Qada înternetê ji bo kurdan warek nû ava dike

Her çiqas kurd zêde di qada înternetê de nûbin û zêde bandorek wan tunebe jî nû nû bi bernameyên resen û serkeftî qada înternetê bo xwe fireh dikin. Bernamaya lêgerînê Egerîn û ferhenga înterkatîf Tirşik di van dawiya de yên herî berbiçav in.
Li dinyayê bikaranîna înternetê
Piştî bikaranîna alavên teknolojîk, dinya wek gundek piçûk hat binavkirin û navê serdemê wek serdema ragihandinê hat gotin. Di vî derdemê de tişta herî balkêş û mezin dîtin û bikaranîna înternetê bû. Rêjeya bikaranerê înternetê rewşê bandora wê bi zelalî radixe ber çav. Li tevayê dinyayê de 2.7 milyar kes înternetê bi kar tîne, ev li gor serjimara dinyayê ji sedî 39 ye. Bikaranîna înternetê di sala dawî de ji sedî 208 zêde bûye. Ji van bikaranêran ji sedî 35 li parzemîna Asyayê ye, ji sedî 28 li parzemîna Ewrûpayê ye, ji sedî 20 jî li Emrîkaya Bakûr e. Bi 211 milyon bikaranêrê xwe Emrîka welatê herî zêde înternet tê bikar tîne ye, di rêza dûyemînde bi 137 milyon bikaranêrê xwe Çîn heye. Di înternetê de zimanê herî belavbûyî îngîlîzî ye, li pey wî çînî, espanyolî tê.
Di înternetê de rewşa kurda
Her çiqas rêjeya bikaranîna înternetê di nav kurdan de ne ewqas zêde be jî aqtîfbûna kurdan wan derdixe pêş. Kurd bi piranî piştê salên 2000’an înternetê nas kirin. Piştî naskirina înternetê kurda berga xwe fire kir, li gor xwe bernameyan çêkir û bo karên xwe yê kesane û civakî bi awayek aktîf bi kar anîn. Sedema zêde bi kar anîna înternetê wek qadek  azad tê dîtin û bi rehetî dikarî xwe bigînî tiştê ku dixwazîn. Bi teybetî rewşa kurda li ber çav bê girtin ku di nav dewletan de hatî perçekirin û sînorên fîzîkî di navbera wan de hatî danîn, bi hezaran kes li dîasporayê dijî girîngiya înternetê derdikeve holê. Bi saya înternetê sînorên di nava kurda de bi bê astengî dikare bê rakirin, bi rehetî û awayek ekonomîk dikarin bi hev re bikevin pêwendiyê.
Astengiyên di înternetê de
Di înternetê de astengiya herî mezin ew e ku zimanê kurdî nayê naskirin bi kar anîna wî hinek zehmetiyan derdixe pêş. Di piraniya bername û lêgerînan de zimanê kurdî tuneye. Astengiyek jî ew e ku dewletên ku bixwazin bi rehetî dikarin li ser kurda, di qada înternetê de sansûrê pêk bînin. Herî dawî bernamaya bi 1,2 milyar bikaranerê xwe Facebook bi dehan rûpelê siyasî, çandî, dîrokî yên kurda girt. Berpirsiyarê Facebook Richard Allan bi alîgirtiya “rêxistinên terorîst” sedem nîşan da. Li hember van astengiyan piraniya aqademîsyen û lêkolînvan, kurda wek kesên ku herî çalak înternetê bi kar tîne destnîşan dikin.
Bi kurdî biger
Ji ber ku sazî û dezgehên di wî warî de alîkarî bikin tune ye piraniya kar kesane dimînin û ev jî dibe sedem ku zêde dom nekin. Ji wan teşebûsan yek jî motora lêgerînê ye ku ev demek kin e ketiye xizmetê. Derbarê armanca Egerînê de kordînotorê Egerînê Kawa Onatli got ku: “Teknolojîya înternetê bûye aleta herî bi qewet di tevahîya çandên dewletan de. Her roj piranîya milletên cîhanê dikarin bê sînor înternetê bi zimanê xwe bi kar bînin. Lê belê 40 milyon kurd ji firsenda gelek înformasyon, perwerdehî û kar bê par dimînin ji ber kû nikarin înternetê bi kurdî bi kar bînin.” Onatli di berdewamiya axaftina xwe de balê dikşîne ser zimanê kurdî di qada înternetê de û waha dibêje: “Ji bo ku em kurd bikaribin wek millet pêşkevin, zimanê xwe biparêzin û bibin yek weka milletên din pewîst bû ku internet bi kurdî jî hebe.”
Onatli derbarê Egerînê de jî van agahiyan da me: “Egerîn yekem motora lêgerînê ya bi kurdî ye, ketiye nav lîsteyaya motorên lêgerînê yên cîhanê. Egerîn hemû malperên kurdî berhev dike û tîne berdest. Dema ku mirov li ser Googlê lêgerîna bi kurdî dike, google tîpên kurdî digoherîne û li şûna encamên kurdî, encamên bi zimanên din  jî nişan dide. Bi saya Egerîn Blogê Mirov dikare bi hêsanî ji xwe re blog veke û li ser înternetê binivîse û yê bixwaze dikare nivîsên te bişopîne û belav bike. Egerîn Nûçe ji hemû ajans û nûçe portalên kurdî nûçeyan berhev dike û pêşkeş dike. Her wiha bi navê Egerîn Ferheng  Egerîn Vîdeo Egerin TV & Radio bernameyên me yê dixebitin jî heye.”
Tirşik hinek tirşe lê xweş e
Di înternetê de malperên herî balkêş û tê hezkirin ferhengên înteraktîf in. Ji ber ku piraniya bikaranerên înternetê dixwazin bi xwe agahiyan barkin înternetê, agahiyê heye biguherînin û li gora xwe serast bikin. Tirşik.net jî ji wan ferhengan yeke ku balê dikşîne ser xwe. Avakarê Tirşikê Si_murg56 beriya ku Tirşikê ava bike bernamaya wergerandinê wergerîne.comê xist xizmetê Si_murg56 armanca tirşikê wiha bi lêv kir: “Tirsik.net ji ber pêdiviyeke berbiçav ava bû. Dema hûn li înternetê binêrin, tu malperek rast û dûrist tune ku kurd lê bicivin û bi zimanê xwe li ser siyasetê, sporê, zanistê, multimediayê û hwd. biaxivin. Platformek tune bû ku stranbêj, hunermend û siyasetmedarên kurd werin rexnekirin û ev kes jî bikarin fikrên xelkê yên derbarê xwe de bişopînin.” û wiha domand: “Armancên tirşikê zehf in lê ya herî girîng ew e ku li ser înternetê platformek kurdî were avakirin ku hemû kurd lê bicivin, hev û din rexne bikin, henekan bikin, bi hev re bikenin û pevçûnê bikin û bi parvekirinê zanîna hev zêde bikin û kurdiya xwe jî pêş ve bibin. û ji bo nifşên nû, danegeh û arşîvek kurdî bihêlin, ansîklopediyek bihêlin ku tê de derbarê her tiştî de agahî û şîroveyên kurdî hebin.”
Di qada înternetê de kêmasiya mezin ewe ku kurdî zêde nay bi kar anîn. Herî dawî bo di Googleyê de ziamanê kurdî cih bigre qampanyaya îmzeyê hati destpêkirin. Si_murg56 derbarê bi kar anîna zimanê kurdî de mixabiniyê xwe anî ziman û got ku: “ Hê di asta destpêkê de ye. Malperên ku xwerû kurdî ne, hindik in û ew jî malperên nûçeyan in. Ji ber ku naveroka malperên kurdî qels in, bala kurdan nakişînin Bi hatina tirşikê jî em bawer in ku wê gelek kurd êdî bikarin bikevin înternetê û tenê li malperên kurdî bigerin û bêyî ku bikevin malperên bi zimanên din, gera xwe xelas bikin."

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.