Şêwir tamarên wêjeya kurdî ye


Şêwira Xwandina Edebiyata Kurdî ku ev çar sale civînên wêjeya kurdî dike, civîn û xwendinên xwe yê wêjeyê didomîne. Endamên Şêwira Xwendinê ji du hefta carek kom dibin û li ser berhemek kurdî nêrîn û ramanên xwe di çarçoveya wêjeyî de bi hev re perve dikin.

Piştî nivisandina romana yekem Şivanê Kurmanca vir ve di wêjeya kurdî de gelek guherîn çêbû. Meriv vê guherînê herî ber bi çav di hejmara pirtûkên hatî çapkirin de dikare bibîne. Li gor îstatîstîkê di malpera Diyarnamê de hatî weşandin; di sala 1010’an de 115 heb, 1011’an de 144 heb, 1012’an de ..... heb, 1013’an de 224 heb pirtûkên bi kurdî hatine çapkirin. Her diçe hejmara weşanxanê kurdî zêde dibin. Li ber govarên hene govarên nû jî dest bi weşanê dikin. Her sal bi hezaran xwandekar ji saziyên kurdî yê qursên ziman didin mezûn dibin. Li bakûrê Kurdistanê di çend zanîngehê dewletê de beşên kurdî hat vekirin û ji van beşan gelek xwandekar mezûn bûn. Van pêkhatinên ber bi çav bandorek erînî li berhemdayîna kurdî kir.

Piştî Şêwira Xwandina Edebiyata Kurdî ya Stenbolê; li Diyarbekirê Klûba Xwendinê ya Diyarbekir, li Qosera Mêrdînê Koma Xwendinê a Qoserê li Sêrtê Koma xwendina Botanê hat avkirin. Herî dawî xwandekarên Beşa Kurdî ya Zanîngeha Çolîgê bi navê Klûba Xwendinê ya Çewlîgê komek ava kirin. Bê van komên şêwira xwandinê gelek komên din li deverên deverên Kurdistanê civînên bi vî rengê dikin. Ji van koman ya Diyarbekirê dest bi derxistina govara Wêje û Rexne kir û hejmara xwe ya dûyemîn weşand û koma Mêrdînê jî dest bi derxistina govarek bi nave Zarema kir. Di heman demê de çend nivîskarên kurd ji van koman derketin.

Her çiqas rêjeya berhemên wêjeyî di kurdî de ber bi zêdebûnê de biçe jî berhemên rexneyî yên derbarê wêjeyê de kême. Ev dibe sedem ku xwandevanê kurdî nikarebe berhemên teorî, raxne, lêkolîn bi zimanê xwe bixwîne. Bi vî pêdiviyê çar sal berê li Stenbolê xwandevanên kurdî bi armanca nirxandina berhemên wêjeyî bi navê Şêwira Xwandina Edebiyata Kurdî komek ava kirin. Endamê Şêwira Xwandinê Hesen Ildiz diyar kir ku” heta niha me wek Şêwira Xwandinê nêzikî 60 pirtûkên wêjeya kurdî xwand piraniya vana roman û çîrok bû. Bi saya Şêwira Xwandina xwandinê kurdî di jiyana me de cihek gelek ber bi çav girt.” Ildız derbarê kesên tên civînê de got ku:” piraniya başdarvanên me ji pîşeyên cihê cihê ne. Hin ji wan xwandekar in, hinêk ji wan mamoste ne, hin dixtor, hin rojnamevan in, hinek jî ji wan bêkar in.”


Endamê Şêwira Xwandinê Leyla Turhan derbarê girîngiya Şêwirê de hestê xwe waha bi lêv kir:” Şêwir, ji bo meraqdarên wêjeya kurdî platformeke hevpare bi ya min. Xwendekar ji bo heman pirtûkê nerînên cur bi cur dikare bibîne her wiha dikare bi wan nerînan sentezeke nû li gori xwe çêbike.” Turhan derbarê bandora Şêwira Xwandinê li rexnegiriya kurdî de jî bal kişand bi her awayê nirxandina pirtûkê û got ku:” em îro dibînin ku rexnegir tenê di eksena rexneyê de, bi berfirehî kovaran derdixînin. Ev gavek başe lê gavek derengmayî ye jî. Bi ya min rexnegirî hîna xwe ji sekna ji aliyê temamî baş an temamî xirap xelas nekiri ye. Di berhemekê de erenî û neyeniyên berhemê zû bi zû nayên cem hev lê di şewirê de ji ber ku dîtin pir in, berhem  essehî bi gelek awayan tê nirxandin, yanê bandoreke wê avaker heye. Bi saya Şêwira Xwandinê min kêmasiyê xwe ferq kir û hînê min kir ku ez çawa nêzê berhemek bibim.”


Endamê Şêwira Xwandinê Ferhad Girêşêran bal dikşîne ser xwandinên komî û dibê ku bi vê rêyê xwendinên kurdî ber bi çav dibe. Girêşêran dibê ku:"Ez destpêkirina şêwirê weke xwesteka xwendevanan ya gihîştina yên weke xwe dibînim. Erê her xwendevanî di mala xwe de dixwend lê ev xwendinana li cihê xwe diman. Loma xwendevanan hewl dan ku ev xwendinana li cihê xwe nemînin, bigihên hinên din. Bi vê yekê jî xwendina Kurdî û xwendevanê Kurdî jî bêtir berçav bû. Ev yeka ew mirovên ji hêla hizrî de nêzî hev ji hêla fizîkî jî nêzî hev kir. Piştî vê jî bi bandora hin guhertinên siyasî û çandî jî li gelek cihên cur be cur şêwirên nû hatin lidar xistin. Hilbet ev yeka jî cihê kêfxweşiyê ye bo me." Girêşêran balê dikşîne ser pêşketina rexnegiriya kurdî û dibê "di destpêkê de kurdbûna berhemek besbû lê dû re xwandevan di berhemê de dest bi gerîna tiştên din jî kir.Çawa ku hejmara berheman zêde dibe hejmara nivîsên rexneyî û rexnevanan jî zêde dibe û ewê hê jî zêde bibe. Şêwir jî di vir de ji bo xwendina berhemekê dikare hin perspektîfan dîne ber xwendevanan. Ev yeka jî ez dibêm ewê qalîteya xwendinê jî û pê re qalîteya berheman jî zêdetir bike.”

Endamê Şêwira Xwandinê Çetoyê Zêdo jî der barê armancê Şêwirê de dibê ku armanca me ewbû ku "bikaribin xwendevanên wêjeya Kurdî li hevdu bicivînin." Zêdo:"Bi beşdarbûna xwîner re, berhema tê nirxandin pêrgî gelek çavderiyên resen tê. Mirov dikare bi hêsanî bibêje her xwendevan bi tevlêbûna xwe, deriyeke xwendinê vedike û bi komê re par ve dike."got û waha lê zêde kir:" Bi ya min xwendinên bi forma şêwirê, bi çend gavan nêztir î rexneya wêjeyî ye. Ji ber ku platformeke vekirî û bi tevlêbûna xwendevanên xwe nirxandinê hêsantir dike.Her ku xwendin û xwendevan zêde dibe; rexne jî û wêje jî li gora vê zêdebûnê para xwe hildigire."

Şêwira Xwendinê xwendinên xwe yê wêjeyî ku du hefta carek berhemek kurdî dixwenîn û li ser dîtinên xwe dibêjin berdewam e.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.