Îstasyona dengên teze: Radyoya Êrîwanê


Di sala 1955’an de dema ku Radyoya Êrîwanê bi anonsa  ‘Yêrêvan xeber dide, guhdarên ezîz, naha bibîzin deng û behsên teze’ dest bi weşanê kir, kesî bawer nedikir ku ji bo mûzîka kurdî wê bibe akademiyek bê ser û ber. Ji roja avabûna radyoyê vir de hê jî bi zindîbûna roja xwe ya ewil di bîra kurdan de cih digre.
Piştî ku radyoya Êrîwanê bi anonsa xwe ya ku li Kurdistanê weke pêşgotinekê niştecih bû bi dest bi wêşanê kir, êdî kar û bar û jiyana rojane li gor seata wê dihatê organîzekirin. Ji berk u Radyoya Êrîwanê ji bo kurdan bibû qonaxe hebûna wan ducar dike.

Bayê Êrîwanê mêjiyê kurda hênik dike
Guherînên civakî li gor guherînên siyasî dereng dibin. Pirî caran pergela siyasetê civakê duguherîne û jê re pêşengtiyê dike. Radyoya Êrîwanê piştî biryarek siyasî hatibe vekirin jî civaka kurda ji serî hetanî binî guherand. Dema radyoya Êrîwanê di 1955’na de dest bi weşana xwe ya test kir kesî nizanibû ku wê di mêjiyê kurda de cihek evqas mûhîm bigre. Dema radyo dest bi weşanê kir li tevayê Kurdistanê bêdengiyek giran hebû. Li bakur devleta Tirkiyê bi zext û zordariyek giran dihat ser kurda. Li rojhilat Komara Mahabadê têk çûbû û hemû liv û tevger hatibûn rawestandin. Li başûr bi çûyîna Mele Mistefa Berzanî ya ber bi Sovyetê ve tevgera kurd di dema sekanê de bû. Rodyo di bêdengiyek bi vî rengî de deng veda. Di serî de heftê çar roj û rojê 15 deqe weşan dikir. Tenê di nava xaka Ermanîstanê de dihat bihîstin. Pişt re ji weşana test derket û bi rêk û pêk di mêjiyê kurdan de tehmek hevpar hîşt. Piştî çûyina Mele Mistefa Berzanî a ber bi Sovyeta ve bi daxwaz û alîkariya wî dema weşanê derket her roja heftêyê.  Bi roj seet di 4’an de, bi şev di seet 9’an de dibû mêvanê malên kurdan. Wê mêvanê bi xwe re “deng û basên” xerîb lê bi zimanek ji malê tanî. Di odê de cihê wê mêvanê herî jor bû. Zû bi zû firekans li ser radyoya Êrîwanê nedihat guherandin.

Dîroka radyoyê
Yekem car di sala 1895'an de mûcîd Guglielmo Marconi yê îtalî bi rêya bêtêlê mesaj şand. Marconi Wek mûcîdê radyoyê hat pejirandin. Her çendî hin kes bi îdiaya radyoyê wan dîtiye derketibin jî patent li ser navê Marconi ye. Piştê wê ji alî kesên din ên wek Alexander Popov, Nikolia Tesla, Olive Lodge  û hwd. ve radyo hat pêşxistin. Herî pir di dema şer de girîngiya radyoyê hat fêmkirin. Bi şerê cîhanê yê duyemîn de radyo di asta xwe ya herî girîng de bû û piştî wê jî bi salan bandora wê berdewam kir.

Dîroka radyoyên kurdî
Radyoya Bexdayê, di 19-ê Kanûna sala 1939'an de, dest bi weşana kurdî dike. Di serî de tenê 15 deqeyan weşanê dike û tenê kesekî bi navê Kamil Kakemîn di wê radyoyê de dixebite. Radyoya Bexdayê li tevayî Kurdistanê dihate guhdarkirin. Radyoya Yafa (Heyfa) li Filistînê di destpêka sala 1942'an de ji aliyê dewleta İngilistanê ve, li girava Heyfayê tê damezirandin û çend rewşenbîrên kurd tê de dixebitin. Piştî  ku şerê şerê cîhanê yê duyemîn bi dawî dibe weşana wê radyoyê jî tê rawestandin. Radyoya Beyrûtê di 5'ê Adara sala 1941'an de ji aliyê Dr. Kamuran Bedirxan û bi alîkariya dewleta Fransayê hat damezirandin. Ew radyo beşek ji radyoya fermî ya Lubnanê bû û di nava hefteyê de tenê du rojan û bi qasî 30 deqeyan weşan dikir. Weşana wê radyoyê heya yekê nîsana 1946'an dewam kir. Radyoya Dengê Kurdistanê di 30'ê Nîsana 1946'an de dest bi weşanê kir. Ew radyoyek navçeyî bû û tenê li bajêrê Mihabadê dihat bihîstin. Bi hilweşandina Komara Kurdistanê, weşana wê radyoyê jî hate rawestandin. Di 24’ê Hezîrana 1952'an de li Sînê ji alî Îranê ve radyoyek bi kurdî tê vekirin. Piştî bi pêşketina teknolejiyê bi dehan radyoyên kurdî tên vekirin.

Li Ermanîstanê weşanên radyoyên kurdî
Di sala 1930’î de li paytexta Ermenîstanê radyoyek kurdî di bin banê dezgeyên dewletê de dest bi weşanê kir. Li gor radyoyên cîhanê di demek nâ de frekansên xwe belav kir. Nivîskar Temûrê Xelîl derbarê vî radyoyê de dibêje ku: “ Ev radyoyek lokal bû tenê li Êrîwan û çend gundên dor û berê wê hatîye bihîstin. Ji ber ku satelit tunebû firekansên wî xwe nedigihand dûr.”  Xelîl derbarê weşana radyoyê  de bi me dide zanîn ku: “Ew radyo di heftêyekê de rojek tenê û bi qasî 10 deqe weşan dikir. Di vê radyoyê de Hecîyê Cindî, xanima wî Zeyneva Îbo û hin kurdên din dixebitîn. Zeyneva Îbo di nav kurda de wek yekem bêjera jin tê qebûlkirin. Di sala 1924’an de li Kurdistana Sor jî radyoyek kurdî hebû. Lê ji ber ku li parçêyên din ên Kurdistanê vergirên radyoya tunebûn dengê radyoyê nedigîşt wan deran.

Di radyoyê de rola jina
Her çiqas ku wê demê di nava civakê de jin li paşbûna jî ku meriv li xebatkar û sitranbêjên radyoyê dinêre bi rehetî dibîne ku rola jinan a di radyoyê de ne hindik e. Temûrê Xelîl dibê kuMeseleya dengbêjên jin pir zehmet bû. Birayên wan, mêrên wan, mirovên wan nedihîştin ku ew di radyoyê de bistirên.”
Tevî ku rewş wihabû jî bi saya rêvebirên radyoyê dengê wan dengxweşan wek bayek qedîm hê jî di guhê me de dike pistepist. Temûrê Xelîl jî bal kişand ser vê û got, “Lê Xelîlê Çaçan wisa kir ku dengê hemûyan jî qeyd kir: hinek mirovên wî bûn, wek Zadîna Şekir, hinek bê mêr bûn, wek Sûsîka Simo, hinek pêşketî û xwendî bûn, wek Kubara Xudo û Aslîka Qadir, yên din jî bi dizî dengên wan qeyd dikirin, navên wan diguhastin, ku tu kes nizanibe ew jina kê ye, an xûşka kê ye.” Ji roja ku radyo hat avakirin vir de jina Xelîlê Çaçan Eznîva Reşîd 27 salan bêjertî kir. Li gel Eznîva Reşîd hin caran Sêvaza Evdo, hin caran jî Lusika Huseyn û Gulîzera Casim bêjertetiya radyoyê dikirin. Dengê hin dengbêj û sitranbêjên wek Aslika Qadir, Susika Simo, Xadina Şekir, Meyrem Xan, Asa Evdille, Belga Qado, Ayşe Şan, Fatma Îsa, Dîlbera Wekîl, Xana Zazê, Şibliya Çaçan, Gulîzera Etar, Werda Şemo, Cemîla Çavuş jî di nav gelî û çiyayên welatê kurda de belav bû.

Di parastina mûzîka kurdî de rola Radyoya Êrîwanê
Bi frekansên radyoyê deng û nameyên mûzîkjenên kurda li seranserê Kurdistanê belav dibû. Hin stranbêjên kurd yekem car di vê radyoyê de dengê xwe belavkirin. Aslika Qadir ku bi strana xwe ya navdar “Welatê Me Kurdistan e” li tevayê Kurdastanê hat naskirin. Ji van mûzîsyenan yek jî solîstê Koma Wetan Kerem Gerdenzerî ye. Gerdenzerî derbarê radyoyê de hestên xwe waha da der: “Radyoya Êrîwanê ji bo miletê me gelek baş bû, xebatkarên radyoyê xebatên gelek mezin dikirin ji bo miletê me kurda. Ez çawa dizanim emekê Xelîlê Çaçan Mûradov di Radyoya Êrîwanê de geleke pir e. Di her malê de her tim dengê mûzîk û stranên kurdî dahat.”
Gerdenzerî di derbarê albûma wan a yekem a bi navê ‘Baê Paîzê’ ku pir dixwestin ku bişînin radyoyê de jî çend gotin bi me re par ve kir. Gerdenzerî, “Me gelek dixwest ku me albûma xwe bişanda Radyoya Êrîwanê lê çênebû. Min albuma ‘Baê Paîzê’ şande radyoya Êrîwanê û sal 1986 bû. Lê albûm negihiş Êrîwanê.”
Li gor daxuyaniyên ku ji alî xebatkarê radyoyê ve hatine kirin, zêdetirî 1600 stranên kurdî niha di arşiva radyoyê de qeydkirîne û ev hemû jara yekem di radyoyê de hatine weşandin lê bele piştî vê li tu deran nehatine weşandin.

Naveroka Radyoyê
Bi zêdebûna dema weşanê re naveroka radyoyê jî li gor salên pêşî dewlemend bû. Bi belavbûna dengê radyoyê ji guhdarvana jî name ji navenda radyoyê re dihatin şandin. Ji bo van daxwazên guhdarvanan bernameyek teybet bi navê ‘Fikra Guhdarên Me’ hate çêkirin. Daxwaz û ramanên ku wê demê di wan nameyan de cih digirtin niha jî di arşîva radyoyê de hene. Ji ber ku pirê kurdên Êzîdî, û ermeniyên Kurdistanê li pişt xwe malbatên xwe yên belawela û wenda hîştibûn û çûbûn Ermenîstanê, ji bo van kesên wenda û malbatên wan bernameyek ‘Xerîbên Xwe Digerim’ hatibû çêkirin. Bi saya vê bernameyê hin kes digêjiyan malbatên xwe yên ku  ji ber şer û kaçberiyê wenda kiribûn. Bê van bi navê ‘Serhildanên Kurda’, ‘Rojnîşa Çandê’, ‘Zimanê Teyî Dê’, ‘Pênçşema Edebiyatê’, ‘Rasthatin û Bîranîn’ bernamayên dewlemend dihatin çêkirin û helbet mûzîk.  

“Me mûzîk ji Êrîwanê guhdar dikir”
Radyo di hişê guhdarvanên bakurê Kurdistanê de jî piranî bi mûzîka niştecî bûye.  Ji guhdarvanên radyoyê yên wê demê Brusk Solduk ku wê demê li Amedê xwandekar hestên xwe yê derbarê radyoyê wiha rawa dike: “Dema 80’yî de min li radyoya Êrîwanê guhdariya mûzîka kurdî dikir. Tenê di hişê min de mûzîka wan maye”.

Ka kî di radyoyê de tunebû?
Egîdê Cimo bîranîna xwe yên di derbarê radyoyê de waha anîn zimên, “Sala 1955’a bû, radyoyek min hebû. Min ji vê radyoyê tim Radyoya Bexdayê guhdar dikir. Rojekê min pêla wî guherand û bi carekê re kurmancî hat guhê min. Wêşana wan wê demê tenê 15 deqe bû. Min got gere ez herim radyoyê.”
Piştî  wê Cimo di beşa sazbendiyê de dest bi kar dike. Piraniya sitranbêj û sazbendan piştî bihistina denge kurdî berê xwe dane radyoyê û denge xwe qeyd kirine. Şeroyê Biro, Seîdê Şamedîn, Karapetê Xaço, Reşîdê Baso, Memê Kurdo, Efoyê Esed, Egîdê Tacir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Egîdê Cimo, Aramê Tîgran, Silêmanê Mecîd, Şamilê Beko, Xelîlê Abdûllah, Ahmedê Mîrazî, Seyadê Şame, Davîdê Xilo, Taharê Emer, Xelîlê Evdile, Wezîrê Usiv, Şamilê Beko, Mehmedê Mûsa, Bela Qado jî di nav de, bi dehan stranbêj û şexsên ku li tevayê Kurdistanê têne naskirin di radyoyê de avayêkî cih girtine yan jî xebitî ne.

Rewşa niha ya radyoyê
Piştî ku Ermenîstan ji Rusyayê veqetiya Radyoya Êrîwanê ket tengasiyek mezin. Fînansa dezgeyên kurdan li Ermenîstanê hat birîn. Ji ber nebûna aboriya radyoyê xebatkarên radyoyê û dema weşana radyoyê kêm bû. Têmûrê Xelîl li ser rewşa radyoyê ya vê hêlê jî wiha got: “Niha dewsa 9 xebatkarên berê tenê 2 kes mane. Ermenî dibêjin em nikarin alî we bikin, niha Kurdistana we çê bûye, bira ew alîkariya we bikin. Ango rewş niha ha ye: Ermenîstan nikare alîkarî bike, Kurdistan jî nake.”

Weke Xelîl jî dibêje, rewşa radyoya ku ji bo kurdan xwedî wateyeke xeyalîbû di halekî xemdar de ye. Vê gavê di radyoyê de çend xebatkar tenê mane. Ji van Keremê Seyad ji roja ku radyo ava bûye vir de bêjertî dike. Kurê Keremê Seyad Tîtalê Kerem, qîza wî Leylaya Kerem, Sîma Samend, Cemîla Celîl hê jî xebatên xwe di radyoyê de berdewam dikin. Qeydên radyoyê ku bi nirxên zêrê reşadî de ne nuha di arşîva radyoyê de ne. Xelîl derbarê arşîvên radyoyê de jî dibê ku “Arşîv di cîyê xwe da ye, kî bixweze hemû stranan kopî bike, bira pêwendîyan bi radyoyê re dêyne emê ji wan re bibe alîkar.”

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.