Rûpelên rengavêtî yên kovaran û helbesta "wenda" ya Dost Çiyayî

Weke her car bi niyeta li ser xebata teza xwe cardin têm pirtûkxaneyê û dest bi nivisandinê dikim. Yek du rûpel bi zorê ser hev de diqulipînim heçkû xebat li ber min reş bûye, tu tiştek jê fam nakim. Bo bêhna xwe berdim dikevim nav kovarên berê, raf bi raf çavên xwe li kovaran digerinîm. Piştî çand heban Kovara Artos dikeve ber destên min.  Çend rûpelan bi lez ser hev de diqulipînim. Bi careke navê Dost Çiyayî li ber çavên min dikeve. Helbesta wî ya tirkî "Kim bilebilir ki?" ji serî de dixwînim.

Yekane pirtûka helbesta ya Dost Çiyayî beriya çend salan min xwendibû lê nay hişê min ka ev helbesta bi navê "Kim bilebilir ki?" di pirtûkê de cîh digre an na! Wer difikirim; ger ev helbest bi tirkî hatibe nivisandin jî heye ku li kurdî hatibe vergerandin an jî ji xwe eslê helbestê kurdî ye dibe ku Çiyayî ji bo kovarê li tirkî vergerandî ye. Hewl didim ku pirtûkê bi dest bixim lê çapa wê qediya ye û li Stenbolê tu deran peyde nabe. Peyam ji Enes û Yehya re dişînim, herdû jî dibên di kitêbê de helbestek wiha tune ye. 

Meriv dikare ji vê helbestê re bibêje helbestek wenda? Nizam! Dibe ku me vê helbestê dernexista heya demek dirêj -an jî qet- haya tu kesî jê çêneba! Ji ber çend sedeman; ji xwe kovarên berê zû bi zû nayên peyda kirin, ger werin peydakirin jî heye tu kesa/ê peyda kirî hay ji girîngî an wendabûna helbest û nivîsê tune be û dîsa her wisa bimîne. Ji xwe çendî pirtûk û xebatên ku haya me jê heye hatî çapkirin û em nikarin xwe bigihînîn ji bo me wenda nîn in?! Ev helbest jî heman mesele ye, bi awayek ji nav rûpelên rengavêtî yên kovarê derket û helbest cardin hat dîtin!

Dibe çend helbestên din ên Çiyayî di hejmarên din ên Artos û kovarên din de jî hebin. Ji ber ku hejmara sêyem tenê li ber destê min heye nizanim di yên din de heye an na. (hejmarên din ên Artosê li Pirtûkxana Zanîngeha Stenbolê hene, ezê biçim û bimeyzînim) Malî ava Enes Meçîn helbestê wergerande kurmancî.

Her çiqas li înternet û  dev û dorên din nivîsên li ser Dost Çiyayî yê ku bernavê M. Qelenderî jî bi kar anî ye digerim jî tu tiştek bi dest nakeve xeynê nivîsên Remezan Alan ku wek pêşgotin ji pirtûka Çiyayî ya bi navê Qetran (Avesta, 2005) û wergera Çiyayî ya helbestên Metin Kaygalak ku bi navê Bîra Rûyê Min (Avesta, 2005) hatî çapkirin de û her wiha nivîsek Remezan Alan ya di pirtûka wî ya Bendname de bi navê "Rengê Qetranê" (Avesta, 2009 r: 251-259) tiştek berçav çinîne. Antolojiya Bakurê Helbestê ya Arjen Arî amade kirî de ( daxîne ) xeynî kurtejiyana wî "ku ew jî ji xwe li her derê peyda dibe" çend helbestên Çiyayî cîh digre. Her wiha nivîsek Roşan Lezgîn ( bixwîne ) û çend nivîs di malpera diyarnemeyê de Çiya MazîYeqîn H.Cemil Oğuz hene.

Kim bilebilir ki?

Dost Çiyayî

kim bilebilir ki,
yüreğimdeki fırtınalı denizi
dalgalara inat
karanlığa bıçak
sevda yıldızına kanat çarparken
yelkenimi
hangi dipsiz okyanuslarda rota çizdiğimi!...

kim bilebilir ki,
güneşin yüreğine kandan damlayan
gözlerimdeki, sevdana hasret
yağmura doymuş bulutlar silsilesini!...

kim bilebilir ki,
kırık bir dal iken rüzgarda gençliğim
dudaklarında tutuştuğum o aydınlık gülüşün
ve baharda beyaz kokan leylakların
şafaksız ve güneşsiz bir işgal vakti
tutsak düşerken saksağanlara
sancısı sol yanımın, seni nasıl
ama nasıl çaresiz inlediğini!..

kim bilebilir ki,
her karesinde gecemin
uyku tadında dinlediğim
mavilere, mazilere ve gözlerinde
özgür bir ada telaşını taşıyan
ürkek martılara
masal kıvamında stranlar yakan
dengbêjimin kavalından süzülüp
hüzünlü pencereme vurulan sesini!..

kim bilebilir ki,
her yakışımda sıgaramın
-hatırladıkça esaretini-
yanıp tutuştuğum külünde
küllenen sevmelerim, sevilmelerim
ve yonca gülüşlerim açmadan
her nefeste duman olup gittiğini!..

kim bilebilir ki,
bağrı yanık cıgaramın
yalnız tütünde değil
aşımda, usumda, toprağımda
daha da
saymakla bitmez, alevleri
Sümer tabletleri, Babil bağları
ve Ninova kütüphanelerine kadar yayılmış
yangınların beni binlerce defa yakıp
kül ettiğini!..

kim bilebilir ki,
ıslak saçlarında beylik çizmeleri
şakaklarında kirli tarih izleri
durur iken
gözbebeğim,
gül teninde yumruk olmuş memelerin
en mutsuz, en geçitsiz devriyelerde bile
ne çelenk, ne vuruşkan ve de ne zorlu
şahinler emzirdiğimi!..

çatmaz mıyım be sevgili
açılması güç, kurşun döktüğüm
çatık kaşlarımla
döngüsüne feleğin ve de
mürekkep yerine irin kusan
kalemine bu adaletin!
çatlatmaz mıyım
be sevgili?!..

Artos, Sayı: 3 Kış 2000, Sayfa: 41


Ka Kê Dizane


Dost Çiyayî

Ka kê dizane,
bahoza behra dilê min
eksa mewc û pêlan
ji tarîtiyê re kêr
ji stêra evînê re per û bask
ku bi firê dikeve
bawana xwe
kîjan zeryayên bêbinî de rê û rêpanê dikim

Ka kê dizane,
çehvên min ên ku dilopên xwînê dibarînin ser dilê rojê,
ew zireta ewrên min ên têrbaran bi bêriya evîna te….

Kak ê dizane,
wextê ku xortaniya min li ber bayê guliyek şikandî bû
û ew kena te ya ronî ku ez di lêvên  te de vêdiketim
û di biharê de xamekên bêhnspî,
dema di dagirkirinek bêwext de girtî bibe
qijikan
sancoyên hêla min a çepê,
te çawa lê çawa bêçare dinaliyam

Ka kê dizane,
her dema şeva min
di tehma xewê de guhdarikirina min
li şînan,rabirdûyan û di çehvên te de
fikara giravek azad
ji qaqlîbazên fedîkar re di tehma çîrokan de strandina stranan
dengê te ku ji bilûra dengbêjê min diwerive
û li şibaka min a xemgîn dikeve

Ka kê dizane,
di her vêxistina cixara min
- ku bibîrtîne hêsirtiya te-
pêketin û şewitandin di rijika te de
hezkirinên min ên rijik û tiraf, hezkiriyên min
û bişirînên min ên nefelî bê vebûn
di her henaseyê de dibe dixan û diçe…

Ka kê dizane,
cixareya min a kezebperitî,
ne tenê di titûnê de,
di nan û ava min de, di aqlê min de, di axa min de
û hê  bi jimartinê naqede,
alavên agirê wê lewheyên Sumeran,
Rezên Babîlê û heta kitêbgehên Nînovayê berbelav bûye
û min bi hezar caran şewitandiye kiriye qirik!...

Ka kê dizane,
di porên te yên şil de şekalên mîrîtiyê
di rûçikên te de şopên dîroka kirêt
sekinandîbin
bîbika çehvên min
pêsîrên te yên gul-girmik bûyî
di bedbextir û bêsiûdtir deman de jî
çi bazên çeleng, şerok û çi hêzdar mêjandime!...

ez ê îja awirê lê nedim dildarê
vebûna wan zor, bi birûcotên xwe yên gule helandî
çerxa felekê û qelema ku di dewsa hibrê de kêm vedireşîne
ji vê dad û dadmendiyê re ez ê neterikim û nebehecim dildarê?...

Wergera ji tirkî: Enes Meçîn

Ji bo helbesta Hezaz Xalî ya Dost Çiyayî bi dengê Erol Şaybak bitikîne. 
Ji bo helbesta Qetran ya Dost Çiyayî bi dengê Abdullah Koçal bitikîne.
Ji bo helbesta Sahip ya Metin Kaygalak ku pêşkêşî Dost Çiyayî kirî ye bitikîne.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.